Haydar Şahin
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya navendê ya Diyarbekirê çalakiya "Fetha Diyarbekira Bajarê Pêxember û Sehabeyan" hat lidarxistin.
Platforma Fethê ya Diyarbekirê li hewşa Mizgefta Mezin a ku wekî Harema Şerîf a 5an ya Îslamê tê zanîn fitar da û kêmzêde 4 hezar kes beşdarî bifitarê bûn.
Piştî nimêja mexrebê li Mizgefta Mezin dest bi çalakiyê kirin û Qurana Pîroz xwendin. Lawijên Kurmancî û Tirkî yên li ser fetha Diyarbekirê hatin gotin. Yavuz Selîm Karabayirê Miftiyê Diyarbekirê jî di bernameyê da axivî.
Burhan Îşliyenê Alîkarê Serokê Karûbarên Diyanetê jî di daxuyaniya xwe da got ji ber ku li Diyarbekira bajarê pêxember û sehabeyan e bextewar e.
Îşliyen got li cem neviyên Selaheddîn Eyûbî ya baş ew e ku li ser Qudsê biaxivin û wiha pê da çû: "Ji bo Quds nebe bajarê Îslamê wekî paytextê Îsraîlê hat îlankirin. Bi dehan xuşk û birayên me yên Xezeyî li dijî vê derketin û hatin şehîdkirin. Dinya serê me dipelçiqîne. Destûrê nade ku em serê xwe bilind bikin.


Heke em hevdu negrin nikarên li emanetê sehabeyan xwedî derkevin. Dibê em bibin yek. Ji bo ku hewesa kesên dixwazin li herêmê pîlanan bikin di ber wan da bihêlin dibê em bibin omet. Di paşxaneya serkeftina sehabeyan da ev he ye."
Îşliyen bal kişand ku hewl didin Mislimanan bi destê Mislimanan zeyîf bixin û Mescida Eqsayê ji destê wan derxin û wiha pê da çû:
"Dibêjin Hemas, dibêjin Rêxistina Rizgariya Filistînê me berî hev didin. Ji aliyekî ra dibêjin Artêşa Azad a Sûriyeyê, ji aliyê din ra dibêjin DEAŞ, ji aliyekî ra dibêjin Şiiyên Heşdî Şebî, bi agirê mezhebî berî hev didin, nasnameya neteweyî derdixin pêşiyê, Tirkan, Kurdan, Ereban berî hev didin. Pêxemberê me tiştekî wiha hînî me nekiribû."
Îşliyen bal kişand ku Diyarbekir bajarê pêxember û sehabeyan e û wiha axivî: "Dema dibêjin Diyarbekir pêxember tên bîra merivan. Vê derê wekî bajarê pêxemberan nas nakin. Em bi têra xwe vê derê nadin nasîn û ji ber vê jî dema dibêjin Diyarbekir zarokên keviran diavêjin panzer û tomayên polêsan tên bîra merivan. Em vê heq nakin. Hûn vê heq nakin."
Piştî axaftinê dia kirin û nimêja terewîhê kirin. Piştî nimêjê peşk avêtin, 21 kesî umre û 21 kesî jî zêrê çaryek qezenc kir.