31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Firat Anliyê Endamê Meclisa DBPyê, Gultan Kişanaka Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Endamê Meclisê yê BDPyê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li gorî daxyaniya Serdozgeriyê, di çarçoveya lêpirsînê da, piştî karûbarê wan yên li ewlekariyê Kişanak û Anli derketin pêşberî dadwer.
Di daxuyaniya derbarê Kişanak û Anliyê ku ji aliyê dadgeha nobedar va biryara girtinê ji wan ra hat dayîn wiha hat gotin:
"Gumanbar Gultan Kişanak û Firat Anli ji ber sûcê 'endambûna rêxistina terorê ya çekdar' biryara girtina wan hat dayîn. Piştra derbarê lêpirsîna ku di vê çarçoveyê da didome da wê zanyarî bên belavkirin."
- Ayla Akat hat girtin
Ji aliyekî din va parlementera berê ya DBPê ya Batmanê Ayla Akat Ata ya ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê hatibû binçavkirin piştî karûbarê wê yên li ewlekariyê derket dadgehê û ji aliyê dadgeha nobedar a Sulhê va hat girtin.