Türkan Tosun
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
ANKARA
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan got: "Heke HDPyê di bin bendê de bihêlin ev tê wê meneyê ku demokrasî jî di bin bendê de wê bê binaxkirin."
HDPyê li Salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê civînek kir û namzedên xwe yên parlamenteriyê dan nasandin.
Di civînê de peyama Selahattîn Demirtaşê namzedê serokomar ê HDPyê ya ku ji girtîgehê şandiye hat xwendin.
Hevserokên Giştî yê HDPyê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî di civînê de axivîn û namzed dan nasandin.
Buldan behsa girîngiya hilbijartinên 24ê hazîranê kir û got: "Di civakê de girseyeke mezin dixwaze ji desthilatiya AKPyê û ji vê tarîtiyê xilas bibe. Ji bo ku em di hilbijartinan de bi awayekî demokratîk bi ser bikevin emê têkoşîna xwe xurttir bikin. Heke HDPyê di bin bendê de bihêlin ev tê wê meneyê ku demokrasî jî di bin bendê de wê bê binaxkirin. Reçeteya ji AKPyê xilasbûnê Partiya Demokratîk a Gelan e."
Buldan got namzedên HDPyê ne wek hevdu ne, ew cuda ne, ji her nasnameyê, ji her çandê û ji her baweriyê ne.
- “Hilbijartin wê di navbera HDP û AKPyê de çêbibe"
Sezaî Temellî jî got ew hatine Tirkiyeyê biguherînin, HDP di hilbijartinê de partiya kilît a girîng e û wiha axivî: "Heke HDP bendê derbas bibe, AKP nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. HDP tekane partî ye ku hejmara wekîlên AKPyê kêm bike. Ji ber vê hilbijartin wê di navbera HDP û AKPyê de çêbibe"
Piştî axaftinan namzed hatin nasandin, danezana ku Meclisa Jinan a HDPyê der barê hilbijartinê de amade kiriye hat xwendin.