08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
SİİRT
Serokomar Erdoğan daxuyand ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir va hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin bû 4017.
Serokomar Erdogan: "Welatên Rojavayî yên ku me nebihîst di mijara êrîşên terorê yên ku her roj hedefa wan welatê me ye de yek gotineke dilsoz gotine, ji bo rê li ber operasyonên meşrû yên Tirkiye dike bigrin, dek û dolaban dikin."
Erdogan: "Ez ji wan kesên ku vê trajediya mirovahiyê ya li herêma me heye ji xwe re dikin bazirganiya çekan, hesabên siyasî yên navxweyî û bazirganiyê re dibêjim şerme ji we ra. Nêrîna we ya demokrasiyê, mafên mirovan û dîplomasiyê jî şermezar dikim."
Erdogan: "Xûna her kesekî bê sûc û guneh ku hûn bûn sedema mirina wî an jî we temaşe kir, pekiya rûyê we jî destê we jî dîroka we jî paşeroja we jî. Êdî van welatan mafê tu welatî nemaye ku ji rêxistinên terorê, terorîzmê û çalakiyên terorê gilîdar bibin."