04 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
CENEVRE
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra piştî ku bi Komîteya Bilind a Mizakereyan (KBM) ya ku ji mixalifên sûriyeyî pêk tê re hat bal hev daxuyanî dan çapemeniyê.
De Mîstûra diyar kir beriya ku hevdîtin dest pê bikin divê di mijara arîkariya mirovahiyê de pêngavên acîl bên avêtin û da zanîn xebatên ku hem NY hem jî aliyên qeyranê divê bikin hene.
De Mîstûra bal kişand ku divê hevdîtinên ku dê destpêbikin feydeya gelê Sûriyeyê bike û wiha axivî:
"Ji ber vê jî dê navberek bidin hevdîtinan û hevdîtinên din dê 25ê sibatê de bên kirin. Ma em dîsa ji bo ku hevdîtineke Cenevreyê ya ku jê tu encam dernakeve bikin vir in, an dema ku em li ser dahatûya Sûriyeyê, pêvajoya siyasî, destûra bingehîn û hilbijartinan diaxivin cidî ne? Gelê Sûriyeyê li bendê ye ku em ji hevdîtinan çareseriyekî derxînin. Heke em duristî bibêjin min hêj ev yek nedîtiye û ji bo ku bikarin car din dest bi hevdîtinan bikin divê navberek bidinê."