Elif Orhan
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
DIYARBAKIR
Leyla Guvena Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku di çarçoveya lêpirsîna parvekirin û daxuyaniyên ku der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrîna herêma Sûriyeyê dike kir de hatibû binçavkirin hat girtin.
Guvena ku di çarçoveya lêpirsîna KCDê ya ku berê der heqê wê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve ji ber di parvekirinên xwe yên ku ji televîzyon û çapemeniya civakî kir de peyamên wekî "heqaret û tehrîkkirina gel ber bi kîn û dijminahiyê ve" hatibû vekirin de piştî miameleyên xwe yên li ewlehiyê derxistin edliyeyê.
Guvenê piştî jêpirsîna li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê ya nobedar kirin û Guven ji ber sûcên "avakirina rêxistina terorê ya çekdar û rêveberiya wê", "propagandaya rêxistina terorê" û "heqaret û tehrîkkirina gel ber bi kîn û dijminahiyê ve" hat girtin.