13 Îlon 2016•Rojanekirin: 14 Îlon 2016
GAZÎANTEP
Hejmara sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîbûn û xwe sipartibûn Tirkiyeyê û piştî ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da Cerablûs ji DAEŞê hat paqijkirin vegeriyan Sûriyeyê xwe gihande hezar û 700î.
Welatiyên Sûriyeyê Eyda Qurbanê bi eqrebeyên xwe ra derbas dikin ji ber vê jî gelekî kêfxweş in. Hin welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber şerê navxweyî yê ku ev 6 sal e li welatê wan dewam dike revîbûn û xwe sipartibûn Tirkiyeyê ji bo ku vegerin welatê xwe serî li Walîtiya Gazîentabê xistin.
Piştî sitandina destûrê Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçê li Salona Sporê ya Karkamişê qeyda penaberan girt.
Hezar û 700 welatiyên Sûriyeyê yên piraniya wan ji zar û jinan pêk tên vegeriyan welatê xwe. Penaberan bawol û eşyeyên xwe hildan ba xwe û hatin Deriyê Sînor ê Karkamişê û piştî kontrolan derbasî Cerablûsê bûn.
Midûrê Koçê yê Gazîentabê Oktay Bahçecî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da welatiyên Sûriyeyê vedigerin welatê xwe.
Bahçecî destnîşan kir ku di eydê da jî hin kes vedigerin welatê xwe û wiha got: "Çûyîn dewam dike. Hetanî îro hezar û 700 welatiyên Sûriyeyê vegeriyan welatê xwe. Ji sûriyeyiyên ku nasnameyên wan tunin ra em nasnameyan amade dikin û bi rê dikin. Kesên dixwazin vegerin rê her tim vekirî ye."