01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ÎZMIR
Li Bornova û Kemalpaşaya navçeyên Îzmirê li ser depoyek û febrîqeyekê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de 139 hezar lître araqa sexte, madeyên vîskî û alkol tevlihevkirî, hat bidestxistin. Di operasyonê de 8 endamên şebekeya ku araqa sexte derdixin piyasayê, hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan Ekîbên Şaxa Têkoşîna dijî Sûcên Qaçaxcîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya bajêr û Midûriyeta Ewlehiyê ya Bornovayê, li ser agahiya li sîteya pîşesaziyê ya taxa Pinarbaşi, araqa sexte tê çêkirin, dest bi xebatan kir.
Ekîban cihekî kar û depoyekê girtin teqîbê û piştî ku melzemeyên araqê ji wesayîta bi pileqeya 35 EA 413 daxistin, operasyon li dar xistin.
Di operasyonê da 32 hezar û 500 lître vîskiya sexte hat bidestxistin. Ajovanê wesayîtê A.A û O.K, R.E, S.D û F.Oyê li cihê kar hatin binçavkirin.
Piştî ku ajovanê wesayîtê got berhema li Kemalpaşayê ji Febrîqeyeke girt, li ser vê navnîşanê jî operasyon hat kirin. Di operasyonê de 100 hezar lître araqa sexte hat bidestxistin.
Di çarçoveya operasyonê da R.Ç, Î.A û C.Y hatin binçavkirin.