26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
HARTUM
Di çarçoveya ziyareta ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Sûdanê kir da piştî hevdîtina Erdogan û Serokomarê Sûdanê Omer El Beşîr danezaneke hevpar hat weşandin.
Di danezanê da hat destnîşankirin ku Erdogan li ser deweta El Beşîr li Sûdanê ziyareta fermî kir, vê ziyaretê têkiliyên biratiyê yên navbera herdu welatan ên heyî, dîrokî, çandî û civakî xurt kir û ziyaret di çarçoveya xurtkirina şirîkatiyên aborî û bazirganî da pêk hat.
Di danezanê da hat ragihandin ku Erdogan û El Beşîr biryar dan ku di navbera herdu welatan da şirîkatiyeke stratejîk ava bikin.
Di danezanê da wiha hat gotin: "Di dema ziyaretê da ji bo avakirina Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind gavên berbiçav hatin avêtin. Hevserokatiya Konseyê ji hêla Serokomarên herdu welatan va wê bê kirin û armanca ewe ku di qada hevkariyê da stratejî bên eşkerekirin. Di bin banê konseyê da bi pêşendiya Wezîrên Karên Derve yê herdu welatan ji bo pêşvebirina hevkarî û têkiliyan Koma Plankirina Stretejîk a Hevkar hatiye damezrandin."
Di danezanê da hat gotin ku ji bo hevkariya di qada pîşe, hilberînên çandî, daristanî, perwerdehî, tûrîzm, hawirdor, radyo û têlevizyon, KOBÎ, maden, bazirganî û aboriyê da peyman hatin îmzekirin.
Di danezanê de hat gotin ku ji ber xatirê her du welatan forumeke aboriyê hatiye lidarxistin û ji 150yan zêde şîrketên tirk beşdar bûbne. Danezanê de hat ragihandin ku serokomarên her du welatan jî di forumê de axîvîne û armanca forumê ew bû tarîxa Osmaniyan yad bikin û hevkariyê aboriyê jî teşwîq bikin.
Di danezanê de wiha hat gotin:
"Bi wesileya ziyaretê, Serokomar Omer El Beşîr xelata Sudanê ya herî mezin teqdîmê Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê navdar yê mezin."