11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
KILIS
Di çarçoveya lêpirsîna li ser FETO/PDYê ya li Kilîsê da Î.B. yê malî mişawir ê ku bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar û mixalefeta li dijî qanûna Mixalefeta Pêşîlêbirîna Fînansmana Terorîzmê " dihat darizandin ji bo ku ji hikmê poşmanbûnê îstifade bike bû îtirafkar û biryar hat dayîn ku bira negirtî bê darizandin. Î.B. diyar kir ku rêxistinê telîmat da wan ku di hilbijartina herêmî ya 2014an da rayên xwe bidin HDPyê.
Î.B. destnîşan kir ku ji vir 7-8 sal berê bi rênîşandana hevalekî xwe va FETO nas kir, di sohbeta ewil da li ser îlmihal û nimêjê axivîn.
Î.B. got ku paşê Yusuf Yazar (girtî ye) bi wan ra eleqedar bû û ew jî tevlî heyeta miteweliyan kir.
Î.B. destnîşan kir ku wê demê ew jî kirin endamê Komeleya Karsazên Kilîsê (KÎAD) ya ku bi destê rêxistinê hat avakirin û seroktiya komeleyê teklîfî wî kirin, ji ber ku karên wî zehf bû jî teklîfa seroktiyê qebûl nekir.
- "Rayên xwe bidin HDPyê"
Î.B. got ku di sala 2014an da merivekî ku ji Amerîkayê hate bajêr li Dibistana Seretayî ya Mehmet Dogme ya rêxistinê civîn li dar xist û wiha pê da çû: "
"Di van mijaran da ez bi Yusuf Yazarê ku bi me ra eleqedar dibû ra ketim nîqaşê. Rojekê xeber dan me ku Dibistana Seretayî ya Mehmet Dogme civînek heye. Di sohbetê da merivekî ku digotin ji Amerîkayê hatiye û min nas nedikir hebû. Wî şexsî der barê hilbijartina herêmî da agahî da me. Di sohbetê da wî kesî ji me ra got 'Hûnê di hilbijartina herêmî da rayên xwe bidin HDPê'. Me jî got ku li vê derê em ê rayên xwe bidin MHPê. Piştî wê ez ji vê rêxistinê sar bûm.
Î.B. got ji ber ku bi tenê tevlî sohbetan dibû sazîbûna rêxistinê tam nizane û wiha axivî: "Melayê bajêr Osman Oner, alîkarî wî Yusuf Yazar bû. Em bi Yusuf Yazar ra diketin nîqaşan. Min nizanibû ku ev rêxistina terorê ye. Piştî 17-25ê berfanbarê ez tevlî civînên wan ên hîmetê nebûm. Ji ber kirinên xwe ez poşman im."