Türkan Tosun
07 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
AGRI
Çemê Muradê ya ku li Taşliçaya navçeya Agiriyê derbas dibe, ji ber serma û zivistanê qeşa girt. Welatiyên ku masîvaniyê dikin guh nadin sermayê û ji çemê qeşagirtî masiyan digrin.
Germahiya hewayê carna di bin sifirê de 17 pile ye û masîvan guh nadin sermayê diçin qeşaya li ser çem dişkînin û bi torên xwe ve ji çem masiyan digrin.
Masîvan Muharrem Tanriverdî ji nûçegihanê AAyê re got ku dema hewa pir sar be ew serê sibê nikarin herin masiyan û wiha axivî: "Em di navbera saet 10 û 11an de tên. Dema hewa pir ne sar be jî em di saet 5an de tên. Em rojê 5 an jî 6 kîlo masî digrin. Em kîloya masiyan bi 5 lîreyan difroşin û debara xwe pê dikin."