20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
ANKARA
Serkirdeyê terorîstan Murat Karayilan ku qaşo lîderê rêxistina terorê PKKyê yê li Qendîlê ye, di hevpeyvîna xwe ya ku da organa weşana rêxistinê ANFyê da banga "dengê xwe bidin HDPyê" kir.
Beriya Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ku dê yekşema bê bên kirin, organa weşana rêxistinê ANF ku li Holandayê fealiyetên xwe dimeşîne bi Murat Karayilan ra hevpeyvînek kir. Di vê hevpeyvînê da jî derket holê ku polîtîka û namzedên parlamenteriyê yên HDPyê bi destê Qendîlê tên diyarkirin.
Qaşo lîderê PKKyê di vê hevpeyvîna xwe ya ku da nîşan ku di tayînkirina polîtîka û namzedên HDPyê da navenda serekî Qendîl e da bangewazî li hemû Kurdan kir ku dengê xwe bidin HDPyê.
Qaşo lîder Karayilan wiha got, "HDP bendê derbas bike, dê pêleke nû were, dê deriyên demokrasiyê vebin û herwiha dê rê li ber vîn û azadiya gelê Kurd veke. Heger na, wê demê vîna gelê Kurd dê di Meclisê da reng venede, AKP jî dê ji vê îstifade bike, dê piraniyê bixe destê xwe û dê ber bi dîktaroriyê biçe."
Serkirde Murat Karayilan herwiha bang li Kurdan û derdorên çep û demokratîk kir ku raya xwe bidin HDPyê û wiha got, "Hemû partî, rêxistin, derdorên demokratîk ên çep, jin û ciwanên Tirkiyeyê û herwiha hemû kesê ku ji bo Tirkiyeyê îstiqrar û demokrasiyê dixwazin, divê îznê nedin AKPyê ku bi dek û dolab û zextê va HDPyê di bin bendê da bihêle."