30 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
ANKARA
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi boneya Şeva Rexaîbê bi zimanê kurdî peyam weşandin.
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi gelek zimanan Şeva Rexaîbê pîroz kir û cih da zimanê kurdî jî.

Serokkomar Erdogan bi du zaravê kurdî (kurmancî û zazakî) Şeva Pîroz a Rexaîbê li alema îslamê pîroz kir û bi zaravê kurmancî wiha got: "Şeva Regaîbê ya bimbarek, li miletê me û hemû Alema Îslamê pîroz be."
Serokkomar bi zaravê zazakî jî got: "Ez şewa Qandila Regaib ê mılleta ma u alemê İslom bımbarek keno."
Erdogan her wiha hêviyên xwe bi kurmancî û zazakî bi van risteyan anî ziman:
"Hêviya min ji Xwedê şeva Regaîbê û her sê mehên pîroz, ji bo hemû însanan bibin wesîleya aştî û aramiyê."
"Ez zi Homay ra wazeno kı wa şewa Regaib u hiri aşmi bımbarık insonet rê huzur u sulh biyari."