Elif Orhan
16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonî Îsmaîl Kahramanê Serokê TBMMyê, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir û spasiya wan kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Serokomar Erdogan telefonî Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman û ji serokên mixalefetê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir.
Erdogan ji ber ku TBMMyê dijî teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûzê de helwesteke birûmet nîşan da spasiya Kahraman û di şexsê wî de spasiya parlementeran kir.
Serokomar Erdogan di heman çarçoveyê de telefonî Kiliçdaroglu û Bahçelî kir û ji ber ku li partiya îqtidarê û demokrasiyê xwedî derketin û prîm nedan teşebûsa derbeyê spasiya wan kir.
Erdogan girîngiya di mijara xwedîlêderketina demokrasiyê de nîşandana helwesta hevpar a hemû partiyan destnîşan kir.