07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ANKARA
Terorîstê PKKya rêxistina terorê yê teslîmî hêzên ewlehiyê bû di îtirafa xwe da got ku zarokên qîz ên di nav rêxistinê da ne bi qestî dikin muptelayê tiryakê û paşî jî ew rastî destdirêjiyê tên.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan terorîstekî ku ji ber rezîliyên di nav PKKyê da li ber xwe neda û di 9ê îlona 2018an da ji destê rêxistinê reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû hin tiştên di nav rêxistinê da diqewimin îtiraf kir.
Îtirafên terorîstê teslîmbûyî nîşan dide ku rêxistina terorê ya tiryakê ji xwe ra kiriye deriyê debarê wê ji bo armancên din jî bikar tîne. Li gor îfadeya terorîst, PKK ciwanan bi tiryakê jehrî dike û dike qurbana xwe û ji aliyekî va jî bi taybetî zarokên qîz ên di nav xwe da dike muptelayê tiryakê.
Rêxistin tiryakê dike nava nan, av û xwarina zarokên qîz ên ku emrê wan di navbera 13 û 14an da ne û bi wî şeklî wan dike muptelayê tiryakê. Dema ku tiryak tesîra xwe nîşan dide jî ew zarokên qîz tên îstismarkirin û rastî destdirêjiyê tên.