Haydar Şahin
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Gulan 2018
MALATYA
Li Meletiyê di çarçoveya çalakiyên "6ê Gulanê Roja Radyoyê" da Gundê Radyoyê hat avakirin û bi beşdariya Erkan Durduyê Alîkarê Serokê Giştî yê TRTyê gund hat vekirin.
Di çarçoveya çalakiyan da li qada paşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Gundê Radyoyê û studyoya ji camê hat avakirin.
Çalakî ew ê hetanî 6ê gulanê dewam bikin. Alî Kabanê Waliyê Meletiyê, Seyît Ahmet Başê Serokê Dadgeha Muhasebatê, Durduyê Alîkarê Serokê Giştî yê TRTyê, Mustafa Ozkayayê Alîkarê Serokê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Alî Osman Ozturkê Kordînatorê Dîplomasiya Kamuyê ya Serokwezîriyê, protokola bajêr û welatî beşdarî merasima vekirinê bûn.
Walî Kaban di merasimê da axivî û diyar kir ku radyo "amûra weşana demên berê" bû, îro gelek amûrên weşanê yên teze hene lêbelê dîsa jî radyo hê jî eleqeyê dibîne.
Erkan Durduyê Alîkarê Serokê Giştî yê TRTyê jî destnîşan kir ku TRT Radyoyê di 6ê gulana 1927an da li Pastexaneya Sîrkeciyê dest bi weşanê kir û wiha pê da çû:
"Li vê derê gundekî me heye. Em ê li vê derê çalakiyên ku ji serî hetanî nika qala seruvena radyoyê dikin li dar bixin. Welatên me ew ê rasterast bernameyan çêbikin û deng bidin. Zarokên me jî ew ê li vê derê dema xwe derbas bikin. Îro welatiyên li bajaran dijîn piraniya jiyan xwe di wesayîtan da derbas dikin. Di wesayîtan da amûra ragihandinê radyo ye."
Piştî avaftinan Walî Kaban, Başê Serokê Dadgeha Muhasebatê, Durduyê Alîkarê Serokê Giştî yê TRTyê û Ozkayayê Alîkarê Serokê Giştî yê AAyê Gundê Radyoyê vekirin.
Walî Kaban û kesên pê ra li standên li gund hatine vekirin geriyan.
Beriya merasima vekirin Cengîz Ozkan û Muharrem Temîz ên sitranbêjên Muzîka Gel a Tirkan konser dan.