Sevim Hatun
16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku binçavkirina kesên ku tevlî bûyerên hewla darbeyê ya FETOyî bûn da dewam dikin.
Yildirim ji welatiyan xwest ku li meydanan bin, qadan vala nehêlin.
Yildirim li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmeneke ku 38 sanîyeyan dikşîne par ve kir, di dîmenê da wiha dibêje: "Ji welatiyan daxwaza min ew e, bila li qadan kom bibin."
Yildirim di dîmenê da bangî welatiyan dike, wiha dibêje:
"Binçavkirin dewam dike. Heta ku bûyer neqedin bila welatiyên me qadan vala nekin, heta ji welatiyên me yên ku serê sibêhe zû şiyar bûn, ên li Enqere û Stenbolê daxwaza me ev e. Ji kerema xwe ra bila li qadan kom bibin. Xebatên me dewam dikin. Înşallah em ê van namerdan em ê berteref bikin."