09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
HEWLÊR
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Îbrahîm Bro destnîşan kir ku PYD/PKKya rêxistina terorê hê jî mixalifên li Sûriyeyê dide koçkirin û tedayiyê dike û wiha got: "Em wek kurd li dijî dîktatoriya Esed û ya PYDyê ne û em ê ji bo vê têkoşînê bidin."
Bro der barê polîtîkayên PYDyê û tedayiya li dijî mixalifan daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Bro destnîşan kir ku PYDyê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS) Siûd Mele û 30 rêvebir û rayedarên ENKS û PDKSyê revandine û got ku hay ji aqûbeta wan tunene.
- "Kurd li dijî dîktatoriya Esed û PYDyê ne"
Bro diyar kir ku kurdên li Sûriyeyê ji ber PYD û hêzên wê yên çekdar direvin Tirkiye, Herêma Kurdistana Iraqê û ciyên din û wiha dewam kir: "Kurd ji ber gef û tedayiya vê Rêxistinê direvin. Lewra li Rojavayê pirsgirêka kurdan a herî mezin PYD ye. Ev rêxistin destê xwe ji ser xwîna kurdan nakşîne. Gelê digel talûkeya ku di behra Egeyê da bifetisin ji ber tundî û gefên wan direvin û xwe dispêrin ciyên ewle."
Bro bal kişand ku PYD tundiyê tîne serê siyasiyên ku lê mixalefetê dikin û wiha axivî:
"Êdî her kes zilma ku PYD tîne serê mixalifên xwe dizane. Kurd ji dîktatoriya Esed jî ji dîktatoriya PYDê jî bêzar in. Kurdan ji bo ku ji zilma Esed xilas bibin bi salan têkoşîn da. Lêbelê pêkanînên PYDê ji yên Esed cudatir nînin. Em kurd çawa li dijî dîktatoriya Esed in jî li dijî dîktatoriya PYDê ne jî, emê li dijî wan têkoşînê bidin.
-"Kurd di destê PYDê da têkoşîna hebûn û tunebûnê didin"
Bro got, "Kurd di destê PYDê da têkoşîna hebûn û tunebûnê didin. Eva rêxistina li ser hebûna kurdan xetereyeke mezin e." û wiha pê da çû:
"Rêxistin bi van xebatên xwe va hewl dide ku bakurê Sûriyeyê ji endamên ENKS-PDKSyê paqij bike. Armancake wan jî ew ê ku tu kesê ku li wan mixalefetê bike nemîne û ji bo vê jî tundiyê tîne serê gel. Naxwazin ku tu qadeke ku mixalifên li bajar û navçeyên li bakurê Sûriyeyê pê dengê xwe bigihînin hin ciyan bihêlin. Destûrê nadin ku tu kes têkiliyê bi siyasetmedar û gelê ku binçavkirine ra dayne. Der heqê aqûbeta wan da tu agahiyek di destê me da tune."
-"PYDê bi êşkenceyê endamekî me kor kir
Bro destnîşan kir ku milîtanên rêxistinê her roj digirin ser malên xelqê û wan dibin derên ku kes pê nizane.
Ji ber êşkenceyên ku rêxistina terorê pêk tîne Bro got ku endamekî ENKSê du roj berê kor bû û wiha pê da çû: "PYD li Rojava mafên mirovan binpê dike û êşkenceya ku li endamên me dike zêde dike. PYDê endamê me Salah Seîd Yûnisê ku di 14ê hezîranê da li Amûdeya navçeya Hesekê revand, ji ber êşkenceya lê kirin kor bû û paşê jî ew berda. Bi vê wesîleyê ew muameleyeke çawa bi kesên din dikin em êdî zanin."
Bro got ku PYD pirî caran çekan dide destê kesên hê jî zarok in û wiha dewam kir: "Pirî caran ewladên me yên ku hê jî zarok in dibin û çekan didin destên wan. Gelê me li hemberî van kirinan ewê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomîne."