06 Gulan 2017•Rojanekirin: 07 Gulan 2017
ANKARA
Hêzên ewlehiyê di operasyonên li Şirnex, Hekarî, Agirî, Bitlîs û Mêrdînê hatin kirin da gelek çek, cebilxane û xwarin û xurek qefaltin.
Sererkaniyê der barê operasyonên li nav welêt hatin kirin da daxuyanî da.
Li gor agahiyan di operasyona li Beytuşşebaba navçeya Şirnexê li herêma Çiyayê Katoyê hat kirin da 9 şikeft hatin tesbitkirin û di lêgerîna di şikeft û dorbera wê da rokêtavêjeke RPG-7, 2 keleş, 2 tivingên piyadeyan, 3 tivingên nîşangiran, biksiyek, tinvingeke nîşanê, 4 guleyên rokêtvajê, 900 fişengên biksiyê, 20 fişengên doçkayê, 130 mêtro qablo, harddîskek, panêleke tavê, 22 tûp, 200 pakêt cixare û gelek xwarin û xurek hatin dîtin.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di teqîbatê da 31 fişengên doçkayê, 97 fişengên keleşê, 5 şarjorên keleşê û gelek amûr û melzemeyên rêxistinê hatin qefaltin.
Li Agiriyê 700 kîlogram amonyum nîtrat, li dorbera Bazîdê 2 tûp û teqemeniyeke bi 70 kîlogram amonyum nîtrat hatiye amadekirin hat dîtin.
Li Guroymaka navçeya Bitlîsê di sitargehekê da xwarin û xurek û 4 tûpên biçûk hatin dîtin.
Li Tetwanê di şikeftekê da 25 cot pêlavên sporê û 53 kîlogram xurek hat dîtin.
Li Savura navçeya Mêrdînê 51 funye û amûr û melzemeyên cur bi cur hatin qefaltin.
Li Artukluyê rokêvêjeke RPG-7, biksiyek, 20 keleş, kîlo û nîvek TNT, 10 funye, 150 pîl û 300 gram madeyên curbicur.
Li Omerliyê endamekî rêxistina terorê teslimî hêzên ewlehiyê bû.
Li Guvendagiya li Çukurcaya navçeya Hekariyê 3yê gulanê di gulebaranê da 2 endamên rêxistinê hatin berterefkirin û di encama teqîbatê da derket holê 2 endamên din jî hatine berterefkirin.
Wek mayîn ji serê salê heta niha li aliyê Iraqê 78, li Şemdinlî, Çukurca û Yuksekovayê 74 bi tevahî hejmara endamên rêxistinê yên li Hekarî û dorbera wê hatine berterekirin derket 152yan.