13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê 61 xwendekarên dibistana navîn ji ber ku xwarinê jehrî ketin, çûn nexweşxaneyê.
Qaymeqamtiya Bazîdê di daxuyaniya nivîskî de got ku îro di saet 15.00an de 19 xwendekarên ku di Dibistana Navîn a Telçekerê de dixwînin û 21 xwendekarên ku di Dibistana Navîn a Bereketê de dixwînin ji ber şika xwarinê jehrî ketine çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz.
Hat gotin ku zarok ji ber zikêşê çûne nexweşxaneyê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Aciziyeke wan a mezin tune, lê dîsa jî ew ê îşev li nexweşxaneyê bimînin. Peymana bi şirketa ku xwarinê çêdike re hat betalkirin. Midûriyeta Heywandariyê û Çandiniyê ya Navçeyê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê lêpirsîn dan destpêkirin."
Piştî 40 xwendekaran 21 xwendekarên din jî çûn nexweşxaneyê. Bi vî awayî hejmara xwendekarên ku jehrî ketine gihîşte 61an, lê hat ragihandin ku rewşa wan baş e.
Hat gotin ku 10 zarok şandine mala wan, 51 zarok jî ji ber ku malên wan li gund in, li nexweşxaneyê di Beşa Zarokan de hildan bin muşahedeyê.