13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
AGRI
Hat ragihandin ku li Agiriyê li ser baniyê ciyê bazara hêşinayiyê berf kom bû û di encamê da banî tep bû. Di bûyerê da hin kes birîndar bûn.
Li Kolana 29ê Ekîmê ya li taxa Mûratê, baniyê bazara hêşînayiyê ya ku gelekî mezin e, ji ber berfa ku li ser kom bû, rûxiya.
Hat destnîşankirin ku di encama rûxînê da li gorî encamên pêşîn hin kesên li bazarê birîndar bûn.
Tîma agirkujiyê, ekîbên polês, tenduristî û yên Midûriyeta Afat û Hawarê ya Parêzgehê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Li ciyê bûyerê xebata ekîban berdewam e.
Waliyê Agiriyê Mûsa Işin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku baniyê bazara semtê ya şaredariyê tep bû û wiha got, "Baniyê bazarê ji ber berfa ku li ser kom bûye, mixabin tep bû. Mirî tunene. Heya niha birîndarek ji kavil hat derxistin, îhtimal heye ku 2 birîndar di bin kavil da mabin û ji ber hindê xebatên xilaskirinê berdewam in."
Işin bal kişand ku li ciyê bûyerê xebatên rakirina kavil û xebatên xilaskirinê hatin destpêkirin û herwiha li deverê xebatên AFAD, agirkujî û hêzên ewlekariyê berdewam in.