20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
BALIKESİR
Qaymeqamê Ayvalika navçeya Balikesîrê Namik Kemal Nazli daxuyand ku li peravên girava Madenê keştiyeke fîber a ku penaber tê de bûn binav bû, di bûyerê de 5 kes mirin, 7 kes jî sax hatin xilaskirin.
Nazli ji nûçegihanê AAyê re got ku tîmên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê çûn cihê ku keştî binav bû.
Nazli got ku li gor agahiya penaberên ku sax hatine xilaskirin di keştiyê de 13 kes hebûne û wiha axivî: "Di keştiya bin av bû de 4 zarok û jinek 5 kes mirin û 7 kes sax hatin xilaskirin. Tîm li kesekî ku winda bûye digerin."