15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku terorîstên mensûbên DEAŞê li başûrê Babê lê nêzîkî herêma baregeha demkî bi wesayîteke bombebarkirî va êrîş kirin û 8 terorîstên mensûbên DEAŞê ku êlengê xwekujan li xwe kiribûn, hatin kuştin. Hat diyarkirin ku di êrîşê da 7 mensûbên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) şehîd bûn û tu zirar negihîşt ensûrên TSKyê yên li baregeha demkî.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, di dora saet 09.10ê da komeke terorîst a qedera 10 kesî li başûrê Babê lê nêzîkî herêma baregeha demkî bi wesayîteke bombebarkirî va êrîş kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku mensûbên ASAyê yên ku di çeperên derva da nobet digirtin, gule berdan terorîstan. Herwiha 8 terorîstên ku êlengê xwekujan li xwe kiribûn û peya ber bi herêma êrîşê dihatin, hatin kuştin. Dîsa hat destnîşankirin ku di encama teqandina wesayîta bombebarkirî ya ku tê da 2 terorîstên xwekuj hebûn da 7 mensûbên ASAyê şehîd ketin û tu zirar negihîşt ensûrên TSKyê yên li baregeha demkî.
Ji aliyê din, di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di operasyonê da li devereke din wesayîta leşkerî Jûjî welgeriyan û di encamê da 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên ku birîna wan sivik e, pêra pêra sewqî nexweşxaneyê kirin.