14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyê ragihand ku di operasyona esmanî ya li ser herêmên Sînat-Heftanîn, Metîna, Gara, Avaşîn û Basyana bakurê Iraqê hat lidarxistin da 8 hedefên rêxistina terorî yên wek stargeh, baregeh û kozik dihatin emilandin, hatin îmhakirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û ragihand ku li bakurê Iraqê ji bo berterefkirina hedefên rêxistina terorî kar û xebat didomin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di vê çarçoveyê da îro li dijî endamên rêxistina terorî yên ku ji herêmên Sînat-Heftanîn, Metîna, Gara, Avaşîn û Basyana bakurê Iraqê amadekariya êrişê dikirin, operasyona esmanî hat lidarxistin.
Di operasyona esmanî da 8 hedefên rêxistina terorî yên ku wek stargeh, baregeh û kozik dihatin emilandin, hatin îmhakirin.