Önder Beyter
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
ERZURUM
Li bakurê Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku taviya bibirqetav wê were.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, li herêmê hewa wê nîvesayî û pêra pêra pir ewrayî be. Dîsa tê texmînkirin ku li herêmê heya nîvê şevê taviya bibirqetav wê were. Tê texmînkirin ku piştî nîvro li Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê baranê hêza xwe zêde bike û gumrah bibare.
Li herêmê germahî 2-3 pile di bin asta demsalê da ye û herwiha ba jî wê ji hêla bakur va nerm, lê di dema taviyê da jî bihêz rabe.
Bi şev pileya hewayê ya herî nizim li Erdexan û Qersê 8, li Erzirom û Agiriyê 9, li Erzinganê 14 û li Îdirê jî 16 pile hat pîvan.
Bi roj jî pileya herî bilind a germahiyê tê texmînkirin ku wê li Îdirê 27, li Erzinganê 23, li Agiriyê 20, li Erdexanê 19 û li Erziromê jî 18 pile be.
Di 24 saetên dawîn da ji bo mêtrokareyekê li Agiriyê 14,8, li Erzirmê 5,5, li Erdexanê 0,7, li Qersê 0,6 û li Îdirê 0,3 kîlogram baran barî.