21 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
ANKARA
Gumanbarê li ber Balyozxaneya Îsraîlê kêr di dest da ji aliyê polêsan va hat qefaltin.
Osman Ç. (38)yê ku danê nîvroyê hat ber Balyozxaneya Îsraîlê, kêra di nav rûpela rojnameyê da pêça bû derxist û dest bi qêrînê kir.
Polêsên ku hatin ber avahiyê hişyarî dan gumanbar, ku bisekine û kêra di destê xwe da deyne. Gumanbar guh neda hişyariya polêsan, polêsan ew ji piyê wî birîndar kir.
Gumanbarê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nûmûneyê ya Enqerê.
Piştî vê bûyerê rêyên çûnûhatina Balyozxaneyê hatin girtin û polêsên hereketa taybet sewqî herêma bûyerê hatinkirin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê da dewam dike.