07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
DİYARBAKIR
Li Diyarbekir û Sêrtê roja ewil a meha Remezanê, welatiyên herêmê li mizgeftan û hewşên wan nimêj kir, bêhna xwe veda û li hêviya saeta fitarê sekinîn.
Hin welatî Qur'ana Pîroz dixwînin, hin jî nimêj û dia dikin. Cimeat li mizgeftê li hêviya wexta nimêj û fitarê ye. Li hin hewşên mizgeftan hat dîtin ku ji bo honikbûna miletê sîstemên fisqiyeyê hatine çêkirin.
Melayê Mizgefta Nebî ya li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê Omer Îlerî di daxuyaniya ku da nûçegihana AAyê da got, me roja ewil a meha Remezanê rehmeta vê meha bimbarek îdraq kir.
Îlerî ji bo bûyerên terorê yên li herêmê bi dawî bibin dia kirin û wiha got: "Meha Remezanê rehmet e, înşallah wê agirê şer vemirîne. Divê em hemû cardin serê xwe bikin nava destê xwe bifikirin. Xwedê cardin wan rojan nîşanê me nede."
Îlerî got ku wan do nimêja terewîhan a ewil kir û wiha dewam kir: "Rebbê me, me bi sedan salan berê wekî xwişk û bira şand ser rûyê erdê. Hemî mumîn birayên hev du ne. Kurd, Tirk, Ereb, Ecem ji vana yek ji yê din baştir bilintir nîne. Xweda ji bo vana ji bo bên bal hev, bi hev du ra bijîn afirand. Divê em hev du baştir nas bikin."
-Cimaet ji ber bûyerên terorê mexdûr bû
Abbas Vûranelê li Mizgefta Mezin (Ûlû) a dîrokî îbadet dikir got ku êdî meha Remezanê wekî berê derbas nabe.
Vûranel got ku ew ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn, nikaribûn werin mizgeftê û wiha dewam kir: "Tên dibêjin em erebeyên we bişewitînin, dikanên we ji jor va bînin xwarê û hûn dest bi me nedin. Ma tiştekî wiha çêdibe? Dibêjin xweserî, ma tu kî yî? Ez li vi derê ji dayik bûm, li vê derê mezin bûm û heta îro careke neçûm ber derê qereqolê. Her dewlet xwedî qanûnekê ye, dibêjin em li gor xwe tevbigerin û hûn dest bi me nedin. Ma tiştekî wiha çêdibe? Ez jî kurd im, lê kurdparêz nînim. Nîjadperestî tiştekî baş nîne, dawiya nîjadperestiyê tune ye. Zarokan dixapînin. Ma çi karê zarokên min li serê çiya heye?"
-Sêrt
Li Mizgefta Valîde ya li Taxa Yeniya Sêrtê welatî Qur'ana Pîroz dixwînin, dia dikin û li hêviya saeta fitarê ne.
Melayê mizgeftê Orhan Guvercîn daxuyand ku roja ewil a meha Remezanê mizgeft tije kirin û wiha axivî:
"Roja ewil a miqabeleyê da mizgefta me tijî bû. Em kêfxweş bûn. Xwedayê me yê mezin feyz û bereketa Qur'ana Pîroz bike para me jî."