Abdullah Tel
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di çarçoveya Projeya Qîzaqral-Dîcleyê da qanala avê ya ji 218 kîlometreyî pêk tê, hindik maye ku biqede û dişibe çemekî çêkirî.
Di 15 salên dawîn da li Diyarbekirê di qadên çandinî, bazirganî, tenduristî û sporê da pêşketinên li ber çav pêk hatin.
Di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) ya ku bi pêşîkêşiya Wezareta Daristan û Karê Avê li Diyarbekirê ji hêla Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê va tê birêvebirin bi qasî 4 milyon donim erd wê bê avdan û ji bo 450 hezar kesî jî bibe deriyê debarê. Çêkirina bendavên li herêmê digel hewlên astengirina terorîstên PKKyî dewam dikin.
Cotkarên li herêmê jî ji projeyên avdanê ku wê bikevin rewacê gelekî razî ne.
- Di saniyekê da wê 111 metrekup avê bê
Qanala sereke ya 221 kîlometreyî ku ava Bendava Ataturk ya li Rihayê derdikeve digihîne Mêrdînê ji hêla Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê va hatibû temamkirin û çêkirina kanala ji 218 kîlometreyî pêk tê û wê ava bendavên Dîcle û Qîzaqral pê bigihêje navçeyên Kayapinar, Erxanî, Çinar û Bismilê jî dewam dike.
Ji sedî 90ê kanalê hatiye temamkirin û dema kanal biqede di saniyekê da wê 111 metrekup av tê da derbas bibe û tê payîn ku qanal heta dawiya îsal temam bibe.
Dema bendav û qanalên li herêmê temam bibin wê bi wan gelek zevî bên avdan û bi vê jî dahata cotkarên li herêmê li gor berê wê 5 qat zêde bibe.