22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bi beşdariya gelek akademisyenên ji Tirkiye û dewletên cur bi cur ên dinyayê "Komxebata Ziman û Edebiyata Kurdî" hat çêkirin.
Komxebat bi destê Serokatiya Makezanistê ya Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Dicleyê li Navenda Kongreyê cara ewil hat çêkirin û ji Tirkiye û dewletên cur bi cur ên dinyayê 30 akademisyen beşdar bûn.
Komxebat bi xwendina Sirûda Neteweyî dest pê kir û piştî axaftinên vekirinê yên bi kurdî ji çapemeniyê ra girtî dewam kir.
Serokê Makezanistê ya Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Dicleyê Alk. Doç. Dr. Hasan Karacan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê girîngiya komxebatê da wiha got: "Ji bo ku em jî feydeyê bidin hewldanên hikûmeta me yên di warê demokratîkbûnê da di warê zanistê da jî me xebat û organîzasyoneke wiha çêkir. Bi saya vê me xwest em nîşan bidin ku li Tirkiyeyê di warê maf û azadiyan da li ser kurdî jî xebat tên kirin."
Karacan destnîşan kir ku di komxebatê da ji Iraq, Îran, Kazakistan, Almanya, Îngilistan, Fransa, Swêd û gelek dewletên dinyayê akademisyen hatin komxebatê û wiha xeberda: "Armanca me ew e ku em têkiliya di navbera kurdî û zimanên din da lêkolîn bikin û xezîneya wenda ya edebiyata kurdî keşf bikin. Bi edebiyata rojava, rojhilat, bakur, başûr û ereban ra bidin ber hev."
Karacan diyar kir ku akademisyenên navneteweyî jî beşdarî komxebatê bûn û wiha axivî: "Xebat wê du roj dewam bike. Lê ji ber ku hin akademisyen beşdar nebûn dibe ku îro jî biqede."