06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Yenîşehîra navçeya navendê guleyek berdan TOMAyê û di encamê da polêsek birîndar bû.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, kesekî ku vêga nasnameya wî diyar nîne gule berda TOMAya ku bona ewlekariyê li ser kolana Înaloglu disekinî.
Di êrîşê da polêsek birîndar bû. Polêsê birîndar rakirin Nexweşxaneya Selaheddîn Eyyûbî.
Bona qefaltina berşik, li deverê dest bi xebatê kirin.
Lêkolîn tê kirin ka êrîş bi terorê ra têkildar e yan na.
Di daxuyaniya Walîtiyê da jî hat destnîşankirin ku li navçeya Yenîşehîrê di saet 20.00an da êrîş li dijî polêsê ku di TOMAyê da peywirdar e hat kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Êrîş dijî TOMAya li ber avahiya walîtiyê pêk hatiye û bi demançeyê guleyek berdan polêsê ku di TOMAyê da peywirdar e. Hêzên me yên ewlekariyê desmildest bersiv dane êrîşkar. Hêzên me yên ewlekariyê pir hesas tevgeriyane ku zirar negihêje xelkê sivîl. Ji ber vê yekê û ji ber ku êdî tarî ketibû erdê, êrîşkar baz daye û ji ciyê bûyerê dûr ketiye. Xebata ji bo qefaltina êrîşkar berdewam e û lêkolîn tê kirin ka bûyer bi terorê ra têkildar e yan na."