Elif Orhan
10 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê otomobîl û midîbûs li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otomobîla bi plakaya 23 BL 196 a ku Çagri Onur Gulenay diajot bi midîbûsa bi plakaya 23 AF 403 a ku ji aliyê din ê rê ji Elezîzê rêwî dianîn Diyarbekirê û hêj ajokarê wî nehatiye hînbûn re di kîlometroya 25emîn a rêbeja Diyarbekir-Elezîzê qelibî. Di qezayê de Gulenay û kesekî di otomobîlê de mirin, 2 jê xedar 9 kes birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar piştî midaxaleya ewil rakirin nexweşxaneyên li bajêr.