07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
WASHINGTON
Li DYAyê piştî kampanyayên hilbijartinê yên ku bi mehan ajotin, xelkê sibê biçe ser sandoqan û serokê nû hilbijêre.
Dê sibê eşkere be ku gelê DYAyê gelo dê ji namzeda Partiya Demokrat Wezîra berê ya Karên Derva ya DYAyê Hillary Clinton an namzedê Partiya Komarî karsaz Donald Trump wekî serokê 45emîn ê welat hilbijêre.
DYA ji ber ku xwediyê sê navçeyên demjimêriyê ye (UTC), saeta destpêk û kutabûna dengdayînê dê li gorî êwra saeta herêmê bi rê va biçe. Li gorî êwra saeta herêma rojhilatê, hilbijartinê di saet 06.00ê da dest pê bike û dê di 19.00an da bi dawî be. Herwiha hilbijartin dê li gorî eyaletan heya nîvê şevê berdewam be.