Nihat Kavşut
03 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
ERZINCAN
Li Otlukbeliya navçeya Erzincanê bi lerza 4,2an erd hejiya.
Li gor agahiyên Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) saet 1.05an da li Otlukbeliya navçeya Erzincanê bi lerza 4,2an erd hejiya.
Alî Aslantaşê Waliyê Erzincanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li gor agahiyên ewil ji ber erdhejê kes nemiriye û xisar çênebûye.
Arslantaş destnîşan kir ku xebatên dane destpêkirin dewam dikin.