Önder Beyter
05 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da der heqê 26 personelê Fermandariya Hêzên Bejayê da biryara binçavkirinê da.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, hat tesbîtkirin tegmenek û 25 astsûbay ku personelê Fermandariya Hêzên Bejayê ne, bi têlefonên biankesor bi îmamên veşartî yên rêxistinê ra peywendî danîn. Hat destnîşankirin ku li ser vê agahiyê, bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn hat vekirin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê bi telîmata Serdozgeriyê dest bi operasyonê kirin û ji bo desteserkirina berşikên ku hemû peywirdar in, Enqere navend li 14 parêzgehan operasyon dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku ji berşikan jê 20 hatin binçavkirin û ji bo îfadeyê tînin Enqereyê.
Xebatên desteserkirina 6 berşikên mayîn jî didomin.