18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
SÊRT
Li Şîrvana navçeya Sêrtê di hezaza ku li kaneke madenê çêbû de hin xebatkar û makîneyên kar di bin enqazê de man.
Li navçeya Şîrvanê di kaneke paxirê ya firmayeke taybet de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn hezaz çêbû.
Li gor agahiyên ewil di dema hezazê de hin karkerên ku di kanê de dixebitin û makîneyên kar di bin hezazê de man.
Gelek ambûlans û ekîbên xilaskirinê sewqî cihê bûyerê kirin.