22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2016
KERKÛK
Hat ragihandin ku di şer û pevçûnên li navenda bajarê Kerkûkê da 48 milîtanên DEAŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
Midûrê Polêsên Kerkûkê Mîralay Xetab Omer der barê rewşa dawîn a bajêr da civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Li navenda bajarê Kerkûkê rewş ji sedî 90 baş bû. Di şer da 48 milîtanên DEAŞê hatin kuştin."
Omer ragihand ku li hin kuçeyên bajêr ji ber hebûna talûkeyê qedexeya derketina derva ya li navendê wê bidome û wiha pê da çû: "Talûkeya li herêma başûrê Kerkûkê didome. Milîtanên rêxistinê ber bi başûrê bajêr va reviyan û ji ber vê jî car caran şer û pevçûn li wî alî diqewimin."
- Wek koçberan ketine bajêr
Midûrê Polêsên Kerkûkê Mîralay Omer diyar kir hê jî di destê wan da agahiyên biewle yên ku milîtanên DEAŞê bi çi şeklî ketine bajêr tuneye û axaftina xwe wiha domand: "Em wisa difikirin ku di nav wan kesên ku ji navçeya Hawîceyê reviyan û hatin bajêr da xwe hatibin û em li ser vç îhtimalê disekinin. Kerkûk ji ber ku nêzî deverên di destê DEAŞê da ye ji derdorê gelek koçber hatine navenda bajêr û bi cih bûne. Nêzî 600 hezar koçber hatine nav sînorên bajêr."
Omer got ku di dema hatina koçberan da lêpirsîneke bi hûrgilî tê kirin lê digel vê milîtanan dîsa jî bi dizî xwe di nav koçberan da bi cih kiriye.