06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêzên Hewayî ên Tirk, di çarçoveya operasyonên li hemberî rêxistina terorê ya cudaxwaz da operasyon li dar xistin, li herêma Metînayê 4 û li herêma Hakûrkê jî 8 hedefên rêxistinê îmhe kirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, Hêzên Hewayî ên Tirk duh navbera saet 22.48-22.55an li ser îxbarekê ku ji herêma Metînayê ya dikeve aliyê bakurê Iraqê, herekata asmanî li dar xistin. Di herekata hewayî da 4 hedefên ku tespîtkirin hatin bombardûmankirin û îmhekirin.
Li ser îxabara ku ji herêma Hakûrkê sitandin, Hêzên Hewayî ên Tirk di saet navbera 22.29-00.53an da li herêmê herekata asmanî li dar xist. Di herekata asmanî da 8 hedefên ku li herêmê hatin tespîtkirin îmhe kirin.