DİYARBAKIR
Welatiyên li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ji 15 tîrmehê vir va li qad û meydanan li hemberî hewla derbeyê ya FETOyê nobeta demokrasiyê digirin meydanan vala nahêlin.
Li Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Bîngol, Sêrtê, Wan bîdlîs, Mûş, Colemêrg Erzirom, Qers û Ezirganê "nobeta demokrasiyê" ya welatiyên li hemberî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) daketin qadan dewam dike.
Li Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê bi hezaran welatî li Park Ormanê kom bûn, li hemberî hewla derbeyê ya FETO alayê Tirkiyeyê vekirin, posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bilind kirin.
Ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin û dia hatin kirin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamuyê yên Diyarbekir Doç. Dr. Murat Kangin li vir axivî got ku hemû personelên Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamuyê yên Diyarbekir li qadê ne.
-Mêrdîn
Welatiyên ku bi alayan hatin ber Serokatiya Bajêr a AK Partiyê gotin em roja 20emîn a nobeta demokrasiyê li vir in.
Serokê Bajêr yê AK Partiyê Mehmet Alî Dundar got ku ew li hemberî hewla derbeyê sekinîn û ev 20 roj in li qadê ne.
Ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin û dia hatin kirin

- Batman
Li Batmanê jî bi hezaran welatî daketin qadan, bi weşana zindî ya li Qada Taksîmê ya Stenbolê hat kirin ra têkilî hat danîn.
Li bajarên ku bi Stenbolê ra têkilî hat danîn bi tirkî, kurmancî, erebî û lazkî bi çar zimanan strana "Tirkiyeya Min" hat gotin.
Welatiyên li qadê nobeta demokrasiyê digirin jî digel stranbêjan stran gotin.
- Bîngol
Li Bîngolê jî welatiyên ku bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê didin nobeta xwe ya demokrasiyê didomînin.
Stranbêj Aydin Aydin jî bi zarokan ra li wir derket ser platformê. Aydin êrîşa ku di 1ê tebaxê da li ser polêsan hat kirin û 7 polêsa şehît ketin bi bîr xist, sersaxî da û got ku ew pir li ber vê yekê ket. Aydin ji bo şehîtên demokrasiyê jî sersaxî da û ji hemû kesên li demokrasiyê xwedî derketin re jî spas kir û wiha dewam kir: "Em wek milet li hemû bajaran, em hunermend bi tirkî, kurdî, erebî, lazkî û dengê xwe stranên xwe dixwînin. Me ev stran li hemberî derbeyê nivîsîn."

- Sêrt
Li Sêrtê jî bi hezaran welatî li ser bangewaziya partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl ji bo derbeyê protesto bikin li ber walîtiyê kom bûn.
Welatî di destê wan da alayên Tirkiyeyê va dirûşmeyên "Şehît namirin welat perçe nabe", "Serê xwe netewîne ev milet bi te ra ye", "Sêrt lê vê dera ye derbeker lê kê derê ne" û "Li hemberî derbeyê bikevin milê hev" berz kirin.
Li qada ku welatî lê bûn nimêja eşayê jî hat kirin û ji bo kesên di hewla derbeyê da şehît ketin jî Mewluda Şerîf hat xwendin û bi sê zimanan jî konser hat dayîn.
Bi armanca protestokirina hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO)ya 15 tîrmehê welatiyên ku li Wan, Bitlîs, Hekarî û Mûşê derdikevin qad û meydanan 'nobeta demokrasiyê' didomînin.
- Wan
Welatiyên ku li Qada Beşyolê ya Wanê kom bûn, alayê Tirkiyeyê hejandin û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vekirin.
Welatiyan dirûşmên wek "Şehîd namirin", "Serê xwe netewîne", "Ji bo FETOyê dardekirin" berz kirin û peyamên yekîtiyê par ve kirin.
Parlementerê berê yê Rîzeyê Şevkî Yilmaz li qadê xîtabê welatiyan kir. Yilmaz got Xwedê mirovan li hemberî derbeker û dijminê îslamiyetê tenê nahêle, di salên dawî da Tirkiye bipêş ket, gavên girîng avêtin û wekî her gav kesên ji ber vê yekê aciz bûn hene, xwestin ku rê li ber pêşketin û geşbûna Tirkiyeyê bigirin.
- Bitlîs
Li navenda Bitlîsê û navçeyên wê "nobeda demokrasiyê" ya ku welatiyan piştî hewldana derbeya FETO dan destpêkirin, berdewam e.
Li Xelata navçeya Bitlîsê jî pirtûka ku Anadolu Agencyê (AA) bi navê "Kêlî bi Kêlî Hewla Derbeyê ya FETO" ya ku qala kronolojiya teşebûsa derbeyê ya FETOyê ya di 15ê temûzê de û bertekên piştî teşebûsa derbeyê dike, amade kiribû li welatiyan hat belavkirin.
Şaredarê Xelatê Abdulalim Mumtaz Çoban, Seroka AHKADê Semra Çeker û Serokê Navçeya Xelatê ya AK Partiyê Oguz Atilgan Standa AAyê ya ku li meydana Selçûklu Xelatê hatibû vekirin ziyaret kirin.

- Mûş
Bi sedan kes li Meydana Şaredariyê civiyan û tevî alayên tirkan û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sloganan berze kirin.
Waliyê Mûşê Seddar Yavuz xitabî gel kir û wiha got: "Min berê jî gotibû, di serî da FETOya rêxistina terorê PKK-DAÎŞ li ser heman meseyê hatine bal hev. Loma jî wek gel em bi şeref û namûsa xwe li serxwebûn û alaya xwe xwedî derketin."
Peyra digel Serdar Yavuz, Parlementerê AK Partiyê yê Mûşê Mehmet Emîn Şimşek, Şaredar Feyat Asya, serokên belde û navçeyan û welatî heta ber avahiya walîtiyê meşiyan.
- Colemêrg
Welatî digel alaya tirkan û posterên Serokomar Erdogan li ber walîtiyê civiyan û hewla derbeyê protesto kirin.
Erzirom
Li Erziromê welatî li Meydana Bajêr a Yakutiyeyê civiyan û li dijî hewla derbeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) slogan avêtin. Welatiyan Qurana Pîroz guhdarî kir.
Nivîskar Abdurrahman Dîlîpak li meydanê axivî û diyar kir ku gel dest da ser hewla derbeyê û pîlana derbekasran xirab kir. Dîlîpak destnîşan kir ku gel di hewla derbeyê da artêş, polês û pêşeroja xwe xilas kir û wiha got:
"Serokek hebû ligel hemû xetereyan bi tena serê xwe derkete meydanê. Gelekî û umetekê li wî serokî pêşwazî kir. We karekê ku digotin tu carê nabe kir û hûn bi ser ketin. Digotin 'Ew newêrin ji malên xwe derkevin'. Hûn netirsiyan û serfiraz bûn. Li hemberî we bi tenê çeteya FETOyê tunebû. Mij rabû nika em ji berê baştir dibînin. Xwedê di hesabê wan da tunebû. Lê belê Xwedayê me yê ku quweta wî digihêje her tiştî heye. Di dawiyê da bi xwe ketin defika xwe."
Di çalakiyê da îlahî hatin xwendin.
- Qers
Li Qersê welatî li ber Midûriyeta Ewlehiyê civiyan û bi alayên di destê xwe da li qada demokrasiyê bertek nîşanî FETOyê dan.
Serokê Bajêr ê AK Partiyê Remzî Çalkin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku gelek kêfxweş in ji ber ku Serokomar Erdogan ji bo mitîngê bangî serokên partiyên siyasî kir û wiha xeberda: "Em di rêya Serokomarê xwe da diçin û ji bo mitînga di 7ê tebaxê da ku em ê li Qersê çêkin bangî serokên partiyên siyasî dikin."
Ji welatiyên ku beşdarî nobeta demokrasiyê bû Alî Şakir Yurdakoş diyar kir ku mitîng ji bo biratî û yekîtiyê girîng e û got ku ev meseleyeke neteweyî ye.
- Ezirgan
Li Erzincanê jî welatî nobeda xwe ya piştî hewldana derbeya FETO didomînin. Welatî digel alayên tirkiyê li Meydana Komarê kom bûn, dijî FETO dûrişme berz kirin û tekbîr anîn. Herwisa di bernameyê da seba şehidan dia jî kirin.
Werzişvan û rayedarên 24 Erzincansporê jî hatin qadê, derketin ser dikê û bi pankartên "24 Erzincanspor Li Nobeda Demokrasiyê ye" va slav dan amadebûyiyan.
Emrah Torunlar ku beşdarî mitînga demokrasiyê bû, diyar kir ku banga Serokomar Erdogan gelekî di cih da ye û wiha got:
"Ev welat ê me hemiyan e. Bi rastî jî heger em xwedî li hevdu dernekevin, tu kesê li me xwedî derneyê. Divê hemû partî bi heman germahî û samîmiyetê li vî xwedî derên. Her kes divê di rewşeke wiha da nasnameyên xwe yên siyasî divê dayne aliyekî û xwedî li welat derkeve û were vê mitîngê. Ji ber ku divê em hêza xwe nîşanî hemû dinê bidin."
news_share_descriptionsubscription_contact
