Önder Beyter
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Yusuf Yoldaşê xelkê Diyarbekirê li mizgeftê wekî mela li ser mînderê jî wekî antrenor peywirê dike.
Yoldaşê (31) ku dixwest bibe werzişvan, lêbelê ji ber daxwaza bavê xwe perwerdeya îlahiyatê wergirt, ev 10 sal e melatiyê dike. Herwiha 23 sal e jî dev ji werzişa ku jê hez dike, bernedaye.
Yoldaş li Mizgefta Taxa Harmanardiya girêdayî Miftîtiya Navçeya Kayapinarê wekî îmam-xetîb peywira xwe tîne cih û herwiha di heman demê da jî kembera wî ya reş heye û di çendîn pêşbirkên cuda da yekemîntiya Tirkiyeyê bi dest xist. Yoldaş ji ber ku bi werzişê ra eleqedar e, di bin sîwana Nûnertiya Judoyê ya Parêzgehê da vê eleqeya xwe didomîne.
Yoldaş diyar kir ku ligel peywira îmam-xetîbiyê ev 23 sal in bi werzişê ra jî eleqedar e û bi şaxên wekî judo û badminton ra mijûl dibe.
Yoldaş got ku yekemîntiya parêzgehê, yekemîntiya parêzgehên GAPê, yekemîntiya Tirkiyeyê ya di navbera lîseyan da, duyemîntiya Tirkiyeyê ya judoyê ya di navbera zanîngehan da, yekemîntiya Tirkiyeyê ya judoyê ya di gulaşa kembera di navbera lîseyan da yên wî hene.
Yoldaş bal kişand ku Îslam jî girîngiyê dide werzişê û wiha axivî, "Em dizanin ku Pêxemberê Me bi sehabeyan ra werziş dikir û berê wan dida aktîvîteyên werzişê. Dînê me ji însan dixwaze ku xwe di her warî da pêşda bixe. Hedîseke meşhûr heye ku dibêje hespsiwarî, tîrkêşî û melevaniyê fêrî zarokan bikin. Herwiha em dizanin ku Pêxemberê Me bi xwe werzişên wekî gulaş û bazdanê kirine û pêşniyaz jî kiriye. Em li vê derê werzişa ku di dînê me da jî cihekî wê yê girîng heye, bi zarokan ra dikin."