25 Sibat 2017•Rojanekirin: 26 Sibat 2017
MARDÎN
Li Mêrdînê çaxê ku wesayîta leşkerî derbas dibû teqemeniya terorîstên PKKyî wek defik danîbûn hat teqandin. Di êrîşê da tiştek bi tu kesî nehat.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, teqemeniya ku endamên PKKya rêxistina terorê li ser rêya Mêrdîn-Diyarbekirê bi cî kiribûn çaxê ku wesayîta leşkerî derbas bû hat teqandin.
Di êrîşê da tiştek bi tu kesî nehat lê belê di wesayîtê û rê da zirar çêbû.
Bi tesîra teqîbê va di rê da çalek çêbû û rê ji bo demekê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Piştî êrîşê operasyon dan destpêkirin.