Türkan Tosun
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
ERZURUM
Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li Erzirom, Erzingan, Qers, Tuncelî û Erdexanê barana gur wê bibare.
Germahiya herêmê wê li gor demsalê 2-3 pile zêde be.
Germahiya herî kêm a bi şev li Îdirê 15, li Erzinganê 14, li Tûnceliyê 13, li Agiriyê 10, li Erzirom û Qersê 8, li Erdexanê jî 7 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê 28, li Tûnceliyê 27, li Erzinganê 26, li Agiriyê 21, li Erdexanê 20, li Erzirom û Qersê jî 19 pile be.
Li bajarên ku baranê wê bibare ji hêla rojava ba wê çêbibe.