29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 18 pile li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li seranserê herêmê wê hewa bi ewr û ewrawî be.
Germahiya hewayê li gor asta demsalê ye û li herêmê jî wê ji aliyê başur û başirê rojhilatê hêdî û li der dora Erzinganê car bi car xurt bê.
Li herêmê germahiya hewayê di bin sifirê da li Erdexanê 18, Agiriyê 13, Qersê 10, Erziromê 5 û Îdirê jî 4 pile hat qeydkirin.
Li Erzinganê jî germahî sifir û li Tûnceliyê jî pileyek hat pîvandin.
Qalindiya berfê li Agiriyê 65, Erziromê 25, Erdexanê 22, Qersê 19, Tûnceliyê 16, Îdirê 13 û Erzinganê jî 3 santîmetre ye.
Rayedar dixwazin ku ji ber cemed, qeşa, hewaya sar a li herêmê û talukeya aşîtê ya ku ji bo hin deran heye bila welatî hay ji xwe hebin û bi tewdîr tevbigerin.