Fatih Gazioğlu
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê ji bo tabeleyên Erebî yên esnafên ji Sûriyeyê standartek hat qebûlkirin, li gor standartê wê ji sedî 60ê karakterên tabeleyan Tirkî bin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê der barê biryarê de daxuyaniyek da û hat destnîşankirin ku ji bo pêşî li xirabkirina estetîka bajêr bigirin û qirêjiya dîtbarî çênebe hin biryarên nû standin. Di çarçoveya biryarê de ji bo tabele, îlan û tabeleyên danasînê jî hin biryar hatin dayin.
Di çarçoveya xebatan de biryar hat dayin ku ji sedî 60ê tîpên ser lewheyan divê Tirkî bin, herwiha mezinahiya tîpan jî yek be.
Rayedaran ji bo li gorî standarta nû û rêzikê hereket bikin esnaf hişyar kirin.
140 kargehan li gorî standartê tabelayên xwe çêkirine.