Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê eqrebayê nexweşekî bi kevir li serê doxtorekî xist û li ser vê doxtor di beşa nexweşiyên giran da tê dermankirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Dr. Bahattîn Ahmet Yalçinê li Serwêsa Acil a Zarokan ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Heranê wezifeyê dike û A.K. yê eqrebayê nexweşekî ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn ketin niqaşan.
Hêzên ewlekariyê navçîtî kirin û A.K. ji serwêsê derxistin. A.K. li derva kevirek hilda destê xwe, kete serwêsê û li serê Yalçin xist.
Dermankirina ewil a serê Yalçin li serwêsa acil hat kirin, paşê Yalçin hildan emeliyatê. dermankirina Yalçinê doxtor li beşa nexweşiyên giran dewam dike.
Hêzên ewlekariyê A.K. girtin û paşê teslîmî ekîbên polêsan kirin.
- "Rewşa wî di asta xetereyê da ye"
Di daxuyaniya nexweşxaneyê da hat destnîşankirin ku eqrebayê nexweşekî li serwêsa acil a zarokan bi kevir va serê Dr. Bahattîn Ahmet Yalçin şikênaşt.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku piştî bûyerê doxtor hildan emeliyatê û wiha hat gotin: "Piştî bûyerê bi lez doxtor hildan emeliyatê, mixabin rewşa wî xeternak e li beşa nexweşiya giran tê dermenkirin. Bûyerên wiha doxtorên hevalên me û xebatkarên tenduristiyê xemgîn dikin. Ev vê bûyera bêbext şermezar dikin."