20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Meydana Sultanehmedê bi minasebeta salvegera 564emîn a fetha Stenbolê "xalîçeya laleyê" ya 453 mêtroqere ya û 564 hezar lalê hatin emilandin, hat amadekirin.
Di çarçoveya Mihrîcana Laleyê ya Stenbolê da di navbera Mizgefta Sultanehmed û Muzeya Ayasofyayê da li ser platformekê "xalîçeya laleyê ya herî mezin a dinyayê" hat çêkirin.
Li ser qadeke 1453 mêtroqere di motîfa xalîçeyê da 564 hezar lale hatin emilandin.
"Xalîçeya laleyê" cara sêyemîn e tê çêkirin û tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan dan.
Merasima vekirina fermî ya "xalîçeya laleyê ya herî mezin a dinyayê" wê 22yê nîsanê bi destê Kadîr Topbaşê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê çêkirin.