Ahmet Aydın
07 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
SÎÎRT
Li Eruha navçeya Sêrtê di dema operasyona dijî terorê da leşkerek şehîd ket û 4 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li derdora gundê Akmeşeya Eruhê di operasyona dijî PKKê da şerekî germ derket û leşkerek şehîd ket, 4 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya leşkerên birîndar baş e.
Li deverê bi piştgiriya helîkptêrên 3yemîn Tugaya Qomando ya Sêrtê û Tevgera Taybeta Cendirmeyê operasyon didomin.