20 Îlon 2016•Rojanekirin: 22 Îlon 2016
GAZİANTEP
Li sînorê Sûriyeyê di encama teqîna teqemeniya destî da 2 esker şehîd ketin. Cinazê eskerên şehîdan anîn Gazîentabê.
Li Akçakoyunluya ser navçeya Oguzeliya ku dikeve başûrê herêmê dema ku tîma li mayinan digeriya teqemeniya bi dest çêkirî teqiya. Binefser û çawişê pispor ên di teqînê da bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Gazîentabê.
Eskerên birîndar digel hemû mudaxaleyan şehîd ketin. Cinazê şehîdan ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Gazîentabê.
Piştî kar û barên li vir wê cinazê şehîdan bi merasimeke bişînin bajêrên wan.