Ahmet Aydın
16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2016
TBMM
Di danezana hevpar a TBMMê da hat gotin ku, "Divê hemî kes bizane ku herweke îro qewimî di siberojê da jî ew destê ku dirêjî gelê me, îradeya me ya millî, meclisa me ya gazî bibe, wê li hember xwe îradeya meclisê ya ji polayê bibîne."
- Lijneya Giştî ya TBMMê bi seroktiya Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman bi awarte civiya.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê Gişti yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştiyê MHPê Devlet Bahçeli hatin Lijneya Giştî ya TBMMê.
Di Lijneya Giştî ya ku bi awarte civiya da di nav beşdarvanên ku weke guhdarvan beşdar bûbûn da, Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslan, Serokê Yargitayê İsmaîl Hakki Cirit, Serokê Daniştayê Zerrin Gungor, Serdozgerê Daniştayê Halîl Yilmaz, mensûbên daraza Eskerî, Wekîlserokê YOKê Prof. Dr. Sefa Kapicioğlu, rektorên hinek zanîngehan, serokên weke TOBB, Memur-Sen û TESKê, şefên misyonên biyanî hene.
Sererkan Orgenaral Hulusî Akar jî bi mebesta temaşekirina Lijneya Giştî ya TBMMê hat meclisê.