24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
TUNCELİ
Li Tûnceliyê rêxistina terorê bi roket û çekên lûledirêj êrîşî baregeha polêsan kir. Di êrîşê da polêsek şehîd bû û 2 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, nêzî navenda Tûnceliyê mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz di saet 23.25an da bi roket û çekên lûledirêj va êrîşî baregeha polêsan ya li ser rêya Tuncelî-Ovacikê kir.
Di êrîşê da polêsek şehîd bû, 2 polês jî giran birîndar bûn.
Polêsên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê. Li vê derê midaxale hat kirin û polêsek bi helîkoptêra leşkerî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elazîzê kirin.
Li herêmê opersayoneke berfireh dest pê kir.