21 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
VAN
Li Wanê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da endamekî ku amadehiya çalakiyê dikir hat qefaltin.
Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Ewlehiyê endamekî rêxistinê yê ku ji çiyê hat hildan teqîbatê.
Tîmên ewlehiyê li ser bulwara Ferît Melen li texma avahiya walîtiyê operasyon kirin û endamê rêxistinê qefaltin.
Hat diyarkirin ku ji ser endamê rêxistinê 2 bombeyên destan û demançeyek derket û ew birin Midûriyeta Ewlehiyê û lêpirsîn dewam dike.
Li gor agahiyan ewlehî li ser îhtimala êrîşa xwekujiyê disekine.